AMERÎKAYÊ 11 MILYAR DOLAR XERC KIRIYE
Di çar rojên destpêka şer de Amerîkayê 11 milyar dolar di êrîşên xwe yên li dijî Îranê xeric kiriye.
Li gorî Berpirsa Berê ya Bûdceya Wezareta Şer a Amerîkayê Îlîn Mikasker, di çar rojên destpêka şer de, Amerîkayê 11 milar dolar di êrîşên xwe li dijî Îranê xeric kiriye.
WALL STREET JOURNAL: 12 KEŞTIYÊN LEŞKERÎ Û 100 BALAFIRÊN LEŞKERÎ LI ROJHILATA NAVÎN IN
Rojnameya Wall Street Journal ragihand, ji bo operasyona Dastana Tûrebûnê, Amerîkayê zêdetirî 12 keştiyên leşkerî û nêzî 100 balafirên leşkerî li navçeya Rojhilata Navîn belavkirine ku xerciyên wan ên rojane pir zêde ne.
PENTAGON: 5.7 MILYAR DOLAR JI BO XISTINA MÛŞEKAN
Li gorî Berpirsa Berê ya Bûdceya Pentagonê, di nava çar rojên destpêkê yên şer de ji 28ê sibatê heya 3ê adarê de Amerîkayê bi qasî pênc milyar û 700 milon dolaran ji bo xistina balafirên balistîkî û dronên Îranê xerickiriye, her whia nêzî sê milyar û 400 milyon dolar ji bo mûşek û bombeyan hatin veqetandin.
Ev hemû pere jî mûçeyê leşkerên Amerîkî û xerciyên meqş û perwerdeyê bi xwe ve nagire.
Niha jî Berpirsên Wezareta Şer a Amerîkayê Pentagonê kar li ser dubare xortkirina yedegên mûşekan dikin ew yek jî di çarçoveya hewlên rêveberiya Trump ji bo zêdekirina berhemanîna salane ya mûşekan bi awayekî berfireh.
RÊVEBERIYA TRUMP DÊ DAXWAZA PEREYEKÊ ZÊDE JI KONGIRÊSÊ BIKE
Li gorî hin Endamên Kongirêsa Amerîkayê, biryare Berpirsên Pentagonê bi fermî ji Kongirêsê bixwazin ku pereyekê zêdetir ji bo kirîna pergalên mûşekî weke Patiryût, Tomahok û THAAD’ê xeric bike, ji ber ku di şerê Îranê de hejmarek zêde ji wan mûşekan hatine bikaranîn.
Li meha çilyea bihûrî, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku budceya Pentagonê dê bigihe yek tirilyon û 500 milyar dolaran û bi vê yekê jî dê nêzî 500 milyar dolar bên zêdekirin.
Berdevka Koşka Spî Karolîna Lîvant jî ragihand, artêşa Amerîkayê xwedî çek û mûşekên zêde ne ji bo bidest xistina armancên operasyona Dastana Tûrebûnê û tekesî li ser wê yekê kir ku Rêvberiya Trump dê ji kompanyayên Pîşesaziya Berevaniyê bixwaze ku lezê bikin di berhemanîna mûşek û çekên pêdivî.
06/03/2026