GIRTINA HURMUZÊ SÛDÊ DIDE RÛSYEYÊ
Berdewamiya girtina tengava Hurmuzê dê ji bo Amerîkayê bibe pirsgirêk, ji ber, dibe yek ji dijminên Amerîkayê yê sereke sûdê jê werbigire.
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ji bo demeke dirêj bandorî liser girtina Tengava Hurmuzê kiriye, ev jî metirsiyeke mezin bi xwe re tine.
Hurmuz derbazgeheke krîtîk e ji bo aboriya cîhanê, ji ber ku %20ê petrol û gaza xwezayî ya şil (LNG) a cîhanê, ji welatên Kendavê di ser vê tengavê re derbas dibe.
Pispor dibêjin ev pevçûn pêgeha Rûsyayê di bazara petrolê ya cîhanê de bi rengekî berbiçav xurt dike.
Eger tengava Hurmuzê bi temamî were girtin, Hindistan û Çîn dê petrola di tengavê re digihe wan winda bikin, di vê rewşê de, ew ê naçar bin berê xwe bidin kirîna petrola Rûsyeyê.
Eger Koşka Sipî çavên xwe li ser rewşê bigre Hindîstan û Çîn dê sûdeke aborî ya mezin bidin Rûsyeyê.
06/03/2026