BAFIL TALEBANÎ: NABE KURDISTAN BIBE QADA ŞER
Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî ragihand, divê Kurdistan cihê çareseriyê, ne qada şer be.
Serokê Yêkîtiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talebanî, tevlî bernameyeke televizyona Fox Newsê bû û agehiyên girîng der barê şerê navbera Îran û Îsraîl - Amerîkayê û bandoriya şer li ser Rojhilata Navîn û bi taybetî Herêma Kurdistanê parve kirin.
Bafil Celal Talebanî diyar kir, şer û pevçûn ji nişka ve destpêkirin û niha ti nîşaneyek ji bo dawîkirina şer tuneye û ya tê dîtin, bi tenê, zêdebûna aloziyan e.
Serokê YNK’ê ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump di dema hevdîtina telefonî ya bi wî re birêz û binermî axivî ye.
Her wiha destnîşan kir, Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Iraqçi, ji ber aloziyan bêhêvî bûye. Ji ber ku îraniyan dixwest pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.
Di der barê bandoriya şerê Îran û Îsraîl - Amerîkayê li ser Herêma Kurdistanê, Bafil Celal Talebanî da zanîn, nabe Kurdistanê cihê şer û pevçûnan be. Divê Kurdistan bibe pirek û divê ji qada şer dûr bikeve û got,”Divê hevparên me xweşiyê bînin navçeyê.”
Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, di hevdîtina xwe ya bi televizyona Fox Newsê re destnîşan kir ku ji gelek aliyan ve êrîş li hember Kurdistanê tên pêkanîn û got, ew beşek ji şer nînin û ji axa Herêma Kurdistanê jî ti hewldan û êrîşek li dijî welatên cîran nehatiye pêkanîn.
Her wiha got, divê şer û pevçûn dawî bibin, ji ber ku xelkê Rojhilata Navîn têra xwe nexweşî dîtiye.
07/03/2026