CENTCOM: 43 KEŞTIYÊN ŞER ÊN ÎRANÊ HATINE TÊKŞIKANDIN

Hêriş Celal 07/03/2026
CENTCOM
CENTCOM

Artêşa Amerîkayê ragihand, di nava heftiya yekemîn a şer de, zêdetir ji sê hezar armanc li Îranê hatine jinavbirin.

Fermandariya Navendiya Amerîkayê (CENTCOM) di der barê şer û pevçûnan de daxuyaniyek weşand. Li gorî CENTCOM’ê hêzên wan bi giştî, navendên fermandarî û kontrolê, sîstema parastina esmanî, dikên avêtina mûşekan, keştî û jêrderyayî kirine armanc û derbeyên giran li binesaziya leşkerî ya Îranê dane.

CENTCOM’ê got, “Heta niha 43 keştiyên şer ên Îranê di encama êrîşên wan de têkşikiyane û binav bûne.

Hêriş Celal

07/03/2026