ŞERÊ ÎSRAÎL Û ÎRANÊ ZIYAN GIHANDIYE ÇANDINIYÊ

Hanî Hemdîn 08/03/2026

Girtina tengava Hurmuzê ne tenê qeyranê enerjiyê ye, ew birîna rehên sereke yên çandiniya Cîhanê ye ku bi rêya Ure û Sulfer jiyanê dide zeviyan.

Şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de bûye sedema têkdanek giran li ser gubreya kîmyawî de li seranserî cîhanê.

Herêma kendavê nêzî %35 hinardekirina Ure(gubreya herî girîng ya cîhanê ye ku Nîtrojen dide axê, Nîtrojen jî xwarina bingehîn ya giyayan e) û ji %45 Hinadekirina Sulfer(elementeke kîmyawî ya zer e ku bi piranî wekî berhema kêlekî(by-product) ji parzonkirina petrol û gaza xwezayî tê bidestxistin, alîkariya axê dike ku pirotînan çêbike û rûbirûyê nexweşiyan bibe).

Bihayê Ureyê li Rojhilata Navîn nêzî 130 dolar li ser her tonekî zêde bûye, her wiha li Ewropayê jî 130 dolar ketiye ser bihayê Amonyakê û gihîştiye 725 dolaran li ser her tonekî.

Ew welatên ku herî zêde bi vê hinardekirinê ve girêdayîne Hindistan, Endenoziya, Awistralya û Berazîl in.

Ev qeyran dikare ji şoka xwarinê ya sala 2022'yan girantir be, Rûsye û Ukrayna wekî embara nanê cîhanê dihatin naskirin, van herdu welatan bi hev re nêzî %30 genimê cîhanê û %75 rûnê guleberojê hildibrandin, dema şer dest pê kir, benderên Ukranyayê hatin girtin û genim nekarî derkeve, ev bû sedem ku bihayê nan û ard li seranserî cîhanê bi taybet li Rojhilata Navîn û Afrîka bilind bibe.

Rêya stratejîk a Tengava Hurmuzê hatiye girtin, ev tê wê wateyê ku lêçûna çandiniyê li her derê dê bilind bibe.

Hanî Hemdîn

08/03/2026