TUNCER BAKIRHAN Û NÊÇÎRVAN BARZANÎ AXIVÎN

Kanal8 09/03/2026

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re li ser êrişên Îran û komên girêdayî wê axivî.

DEM Partiyê derbarê pêwendiya herdu aliyan de daxuyaniyek weşand û diyar kir, naveroka pêwendiyê êrişên vê dawiyê yên li ser Herêma Kurdistanê bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin Tuncer Bakirhan hevxemiya xwe ya derbarê êrişên Îran û komên girêdayî wê yên li ser Herêma Kurdistanê nîşan daye û piştgiriya xwe ya ragihandiye.

Hat ragihandin ku Bakirhan êrişên Îran û komên girêdayî wê yên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û sersaxî ji malbata karmendê asayîşê yê ku di êrîşa bi dronan a li ser Balafirgeha Hewlêrê de şehîd bû û ji gelê Kurdistanê re xwest.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Bakirhan bal kişand ser hesasiyeta partiya xwe ya ji bo ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û gelê wê û got, “Hûn ne bi tenê ne, çav û guhê me li ser we ye. Em van êrişên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

Kanal8

09/03/2026