CENTCOM: 7 LEŞKERÊN AMERÎKÎ DI ŞERÊ ÎRANÊ DE HATIN KUŞTIN
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku leşkerekî din ê Amerîkî ku di êrişên Îranê yên li Siûdiyê de birîndar bûbû, mir û hejmara kuştiyên di şerê Îranê de gihîşt 7 kesan.
Êrişa li ser baregeha CENTCOMê
CENTCOMê di daxuyaniyekê de duh êvarê ragihand ku leşkerekî Amerîkî ku di êrişên yekem ên Îranê yên li Rojhilata Navîn de bi giranî birîndar bûbû, mir. CENTCOMê got ku leşker di 1ê Adarê de, roja duyemîn a şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Îranê di êrişa Îranê ya li ser baregeha leşkerî ya Amerîkî li Siûdiyê de , birîndar bûbû.
Leşkerê Amerîkî yê heftemîn hat kuştin
Li gorî CENTCOMê, ev leşkerê heftemîn e ku di Operasyona "Hêrsbûna Destanî" ya êrîşa Amerîka-Îsraîlê ya li ser Îranê de hatiye kuştin û piştrast dike ku operasyon dê berdewam bike.
Leşkerek li Kuweytê mir
CENTCOMê di daxuyaniyekê de got ku leşkerekî din ê Amerîkî li Kuweytê ji ber rewşek awarte ya bijîşkî mir û sedema mirina wî tê lêkolînkirin.
Şerê Îran-Amerîka-Îsraîl
Êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê di 28ê Sibata 2026an de dest pê kir û îro roja 10emîn a şer e.
09/03/2026