KARWANÊ YEKEMÎN Ê KOÇBERÊN EFRÎNÊ GIHIŞT WARÊ XWE

Kovan Hemîd 10/03/2026

Piştî 8 salan ji koçberiya bi darê zorê, karwanê yekemîn ê koçberên ji Efrînê gihişt warê xwe û bi girseyî û bi bakirina alaya Kurdistanê hatin pêşwazîkirin.

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê ya di navbera HSD û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, duh karwanê yekemîn ê koçberên ji Efrînê yên li herêma Cizîrê ber bi warê xwe bi rê ketibûn.

Karwanê yekemîn ê koçberên ji Efrînê ku ji 400 malbatan pêk tê, bi amadebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Mehmûd Xelîl û ji fermandarên Hêzên Asayîşê Nesrîn Abdullah û hejmareke berpirsên hikumetê yên girêdayî vê dosyayê duh ber bi warê xwe ve bi rê ketibûn.

Karwanê koçberan ji sedan erebeyan û otobusên taybet ên Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê û Parastina Sivîl a Sûriyeyê pêk tê di bajarên Reqa, Tebqa û Helebê re derbas bûn û di saetên berbanga îro ve gihaşt Efrînê.

Karwanê koçberan piştî 8 salan ji koçberiya bi darê zorê, ji aliyê xelkê Efrînê ve bi stran û dahol û zireniyê bi girseyî û bi daliqandina alaya Kurdistanê hat pêşwazkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) di 7’ê Adarê de ragihandibû, dê karwanê yekem ê koçberên Efrînê yên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê dê 9’ê Adarê ji Cizîrê ber bi Efrînê ve here.

Mehmûd Xelîl ku bi karwanê re bû, ji çapameniyê re got xebat ji bo vekirina korîdoreke ewle ber bi Efrînê ve di nav 3 rojan de, tê kirin û hewldanên vegera hemû koçberan beriya Newrozê, dewam dikin.

Kovan Hemîd

10/03/2026