TIRKIYEYÊ LI ZAXOYÊ XALÊN NÛ AVAKIRINE

Kovan Hemîd 10/03/2026

Artêşa Tirkiyeyê li Zaxoyê xalên nû yên leşkerî avakirine û astengiyan ji bo gundiyan çêdike.

Li gorî agahiyên Rêxistina Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) di roja 3ê Adarê de Artêşa Tirkiyeyê li nav zeviyên Şîva Mêziya yên li gundê Keşan li sînorê navçeya Batîfayê li Zaxoyê xaleke leşkerî avakiriye.

Li gorî çavkaniyê, leşkerên Tirkiyeyê astengiyan ji bo gundiyên wê deverê çêdikin ku biçin ser zeviyên xwe yên çandinî.

Aramanc sereke ya Tirkiyeyê ji avakirina wê xala leşkerî li gundê Keşanê, berfirehkirina rêya leşkerî di navbera baregeha Koxê Dupişka û koxê Melahiyê û girêdanê wê rêyê bi baregehên din ên Tirkiyê ye li navçeya Batîfayê.

Tevî derbasbûna zêdetir ji salekekê bi ser bangewaziya aştiyê ya Abdullah Ocalan ji bo rawestandina şer û çekdanîna PKKyê, lê Artêşa Tirkiyeyê li ser çêkirina rêyên nû yên leşkerî û avakirina xalên leşkerî di nav axa Herêma Kurdistanê de berdewam e.

Kovan Hemîd

10/03/2026