ÎSRAÎL ÇAWA TEKNOLOJIYAYÊ LI DIJÎ ÎRANÊ BIKAR TÎNE ?

Hanî Hemdîn 11/03/2026

Piştî derbasbûna zêdetirî hefteyekê bi ser kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî, hîna jî pirsên girîng derbarê çawaniya diyarkirina cihê wî û armancên wî şerî de hene.

Yek ji Berpirsên payebilind ê berê yê Mossadê Ramî Îgra di havpeyvîneke ji BBC re eşkere kir, Amûrên dijîtal û sîstemên sîber roleke sereke di operasyonên îstîxbaratî yên nûjen de dilîzin, bi rêya van amûran, şopandina kesayetên herî parastî jî dibe pêkan.

Her wiha got, Ajansên Îstîxbaratê dikarin telefonên dest hak bikin û guhdar bikin, heta di heman demê de dikarin wêneyan jî bigirin.

Ramî Îgra ragihand, bi destxistina torên kamereyan û amûrên dijîtalê di bajarek mîna Tehranê de, ji aliyê teknîkê ve karek ne yasayî nayê hesibandin.

Îgra di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xalên herî girêk ên paşeroja Îranê, û domand “hebûna cemawerek mezin ku li dijî pergalê rabe û her wiha Karîna rûbirûbûna leşkerî ya li dijî hêzên hikumetê û hebûna rêber û saziyeke ku gel bi xwe birêve bibe.

Hanî Hemdîn

11/03/2026