ÎSRAÎLÊ KUŞTINA ELÎ LARÎCANÎ RAGIHAND
Kanal8 17/03/2026
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ragihand, "Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî hatiye kuştin.
Medyaya Îsraîlê ragihand, Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî şeva bihurrî bûye armanca wan.
Lê heta niha Îranê ev nûçe piştrast nekiriye û piştî belavbûna nûçêyê, medyaya Îranê ragihand ku ew dê piştî çend xulekan peyama Elî Larîcanî belav bikin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz dîmenek belav kir û ragihand, wan Elî Larîcanî û Fermandarê Hêzên Besîcê yê Îranê Xulamreza Suleymanî kuştine.
Kanal8
17/03/2026