MUCTEBA XAMINEYÎ: KÛJER DÊ DI DEMEK NÊZ DE BACÊ BIDIN

Hanî Hemdîn 18/03/2026

Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî, derbarê kuştina Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî Elî Larîcanî de daxuyaniyeke tund da û hişyarî da ku "kujerên berpirsyar dê di demeke nêz de baca vê bidin."
Mucteba Xamineyî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X-ê peyameke sersaxiyê weşand û tê de kuştina Elî Larîcanî, ku di encama êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dabû, şermezar kir. Xameneyî di peyama xwe de sersaxî da malbata Larîcanî û destnîşan kir ku her dilopa xwîna ku dirije, dê pergala Komara Îslamî ya Îranê hîn bêtir bi hêz bike.
Rêberê nû yê Îranê bi giranî bal kişand ser mijara tolhildanê û wiha got:"Bêguman her xwînekê bedeleke wê heye. Kujerên tawanbar ên van şehîdan, dê di demeke nêz de baca kiryarên xwe bidin."

Hanî Hemdîn

18/03/2026