DURMAZ: DIVÊ PÊVAJO BI GAVÊN QANÛNÎ BÊ PÊŞXISTIN

Sidar Basut 21/03/2026

Şandeyeke MHPyê ji bo pîrozkirina cejna Remezanê serdana DEM Partiyê kir û di serdanê de peyamên ji bo avêtina gavên qanûnî derketin pêş.

Şandeyeke MHPyê ji bo pîrozkirina Cejna Remezanê serdana DEM Partiyê kir. Di şandeya MHPyê de Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Sadîr Durmaz, Şêwirmenda Serokê Giştî Esma Ozdaşli û Şahîn Kartal hebûn.

Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan û Endama Meclîsa Partiyê Beyza Zeyno Bayramoglu Şandeya MHPyê pêşwazî kir.

Di serdanê de Ozturk Turkdogan bal kişand hêviya yasabûna rapora parlamentoyê û anî ziman ku tespîtên di rapora komîsyonê de, bi taybetî yên di beşên 6 û 7’an de, bibin pêşniyazqanûnên berbiçav.

Turkdogan destnîşankir ku di çarçoveya meseleya Kurd de, ji bo çareseriyê divê pêvajoyeke berfireh a sererastkirina yasayî bê destpêkirin.

Turkdogan da diyarkirin divê rola aktorên wekî muxatabên sereke yên pêvajoyê Ocalan di çarçoveyeke yasayî de bê naskirin.

Turkdogan da zanîn nîqaşên "statu"yê yên ku Bahçelî anîne ziman, tenê bi qanûneke ku bê derxistin dikarin zelal bibin.

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Sadîr Durmaz peyamên li ser yekîtî û biratiyê da û got, “Tecrubeya herêmê nîşan dide ku civakên bê yekîtî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê, xurtkirina biratiyê ji bo me pir girîng e.”

Durmaz derbarê helwesta MHPyê de jî wiha anî zimên: MHP di vê mijarê de helwestek hevrast heye. Nêrîna “em malbatek in” hîn jî rêberiya me dike û bingehê civakî xurt dike.

Durmaz bal kişand li ser gavên qanûnî û got, “Divê ev pêvajo bi gavên qanûnî were pêşxistin. Rapora komîsyona parlamentoyê û pêşniyarên tê de divê bi lez bêne qanûnkirin û bi gavên konkret were sepandin.

Sidar Basut

21/03/2026