ÇIMA WELATÊN KENDAVÊ BERSIVA ÎRANÊ NADIN ‎

Hanî Hemdîn 24/03/2026

Di demekê de ku şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de her ku diçe ‎germtir dibe, Tehran êrîşên xwe yên mûşekî li ser binesaziyên welatên ‎Kendavê zêde kiriye, lê heya niha welatên Kendavê bersiv nedane.‎

Tevî ku balafirxane, otêl û tesîsên enerjiyê rasterast dibin armanc, ‎welatên kendavê heta niha ji bo bersiveke leşkerî ya rasterast xwe dûr ‎girtine.‎

Di 19ê Adara 2026an de, piştî ku Îsraîlê qada gaza "Parsa Başûr" a Îranê ‎kir armanc, Tehranê wekî tolhildan beşek ji kompleksa enerjiyê ya Ras ‎Laffan a Qeterê mûşekbaran kir. ‎

Ev êrîş nîşan dide ku Îran hewl dide zextê bixe ser hevalbendên Amerîkayê ‎yên li herêmê da ku pêşî li êrîşên hîn mezintir bigire.‎

Herwiha Welatekî mîna Qeterê her dem hewl dide wekî pira peywendiyê ‎di navbera Îran û welatên rojava de bimîne.‎

Rêberên Kendavê nîgeran in ku Amerîka operasyoneke bêdawî dimeşîne ‎ku ne armancên wê yên zelal hene û ne jî planek ji bo roja piştî şer. ‎

BBC’yê destnîşan kir, ew welat ditirsin ku gava şer bi dawî bibe, Amerîka ‎herêmê di nava wêrankariyê de bi tenê bihêle.‎

Li gorî BBC’yê Welatên mîna Qeter û Îmaratê naxwazin binesaziya xwe ya ‎enerjiyê (gaz û petrol) bi temamî di şerekî mezin de ji dest bidin, ji ber wê ‎çendê ew ditirsin ku eger bersivê bidin, Îran êrîşên hîn girantir bibe ser ‎bajarên wan û aboriya wan hilweşîne.‎

Hanî Hemdîn

24/03/2026