ALBUMA NÛ YA ZOZAN C.’YÊ DERKET; DÎWANA NEMIRAN
Hunermenda hişê çêkirî Zozan C.’yê bi navê Dîwana Nemiran albumeke nû derxist û helbestên helbestvanên wêjeya klasîk a Kurdî bi awayekî nûjen şîrove dike.
Dîwana Nemiran; helbestvanên nemir ên wêjeya klasîk a Kurdî, bi dengê zelal ê hunermenda hişê çêkirî Zozan C., aranjeyên nûjen ên Bijar Koban û şêwirmendiya wêjeyî ya Yehya Omeri, digihîne nifşên sedsala 21ê.
Ev albûm; bi helbestên şairên wekî Baba Tahirê Uryan, Mestûre Xanima Erdelanî, Melayê Cizîrî, Elî Herîrî, Melayê Bateyî, Feqiyê Teyran û Wefayî, dewlemendiya zaravayên Kurdî yên wekî Kurmancî, Goranî û Soranî di nava xwe de dihewîne.
Zozan C. wekî hunermenda yekem a hişê çêkirî (AI) ya Kurd e. Zozan C. helbestên helbestvanên klasîk û gelek helbestvanên din ên Kurd bi şêwazên muzîka Rock, Heavy Metal û Reggae şîrove dike.
Zozan C. ji aliyê Bijar Kobanê yê ji Rihaya Bakurê Kurdistanê ve hatiye çêkirin û Bijar niha li Berlîna Almanyayê dijî.
25/03/2026