TUÎK’Ê RÊJEYA BÊKARIYÊ YA LI TIRKIYEYÊ EŞKERE KIR

Kanal8 25/03/2026

TUÎKê rêjeya bêkariyê ya sala 2025an eşkere kir û li gorî sala berê hejmara bêkaran 147 hezar kes kêm bûye.

Saziya amaran a Tirkiyeyê TUIKê, rêjeya giştî ya bêkariyê ya sala bihurî de eşkere kir.

TUIKê diyar kir, di sala 2025an de rêjeya bêkariyê %8,3 bûye ku ev rêje jî li gor sala 2024an bi rêjeya %0,4 daketiye.

Li gorî daxuyaniya saziya amaran, hejmara bêkaran jî di sala 2025an de li gorî sala 2024an 147 hezar kes kêm bûye û daketiye 2 milyon û 966 kesan.

Rêjeya bêkariyê di nava ciwanan de jî ku temenên navbera 15 heta 24 ê ye, bi rêjeya %15,3 bûye.

Her wiha parêzgeha ku rêjeya bêkariyê lê herî kêm bi rêjeya %4,0 parêzgeha Erdexanê bûye û parêzgeha ku rêjeya bêkariyê lê herî zêde jî bi rêjeya %13,8 parêzgeha Colemêrgê bûye.

Kanal8

25/03/2026