QANÛNA PÊVAJOYÊ DÊ KENGÎ DERBIKEVE?

Sidar Basut 26/03/2026

Li gorî çavkaniyên siyasî, piştî rapora "danîna çekan" a ku ji hêla MİTê ve bê amadekirin dê ji bo yasayeke serbixwe û berfireh dê parlamentoyê re bê şandin.

Piştî rapora MİT’ê, di meha Nîsanê de qanûna çarçoveyê dê bê amade kirin. 

Li gorî çavkaniyên siyasî, rapora "danîna çekan" a ku ji hêla MİTê ve bê amadekirin ji bo  yasayeke serbixwe û berfireh dê parlamentoyê re bê şandin.

"Nexşerê dê li gorî rapora MÎTê be"

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Resul Kurt da zanîn, tê payîn ku xebatên li parlamentoyê li gorî rapora ku MÎT derbixe, werin meşandin û wiha pê de çû: Em dikarin bibêjin ku hemû gavên hewce, nexasim rêziknameyên yasayî û guhertinên di destûrê de, dê li gorî nexşerêya diyarkirî werin avêtin.

Rapora "danîna çekan" a ku dê ji aliyê MÎTê ve  bê amade kirin, sînorê destpêkirin an destpênekirina pêvajoya siyasî jì diyar bike.

Qonaxeke nû

Hevberdevkê Lîjneya Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan da zanîn pêvajoya li Tirkiyeyê derbasî qonaxeke nû bûye û got, “Geşedanên li Rojhilata Navîn jî Tirkiyeyê neçar dike ku pêvajoya xwe ya navxweyî bileztir bike. Heke vîneke pêwîst were nîşandan, gengaz e ku bêyî windakirina demê, ev rêziknameyên yasayî werin pêkanîn. 

"Divê biryarên DMMEyê bikevin meriyetê"

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş bal kişand li ser derxistina zagonan û got, “Sala bihurî çek danîn lê heta îro zagon tinene. Dikarin xala 6 û 7an a pêşniyara komîsyonê bikar bînin. Heke biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têxin meriyetê ne hewceye zagonan derbixin.”

Li gorî siyasetmedaran, Qanûna Çarçoveyê ya pêvajoyê dê ji bo çareserkirina pirsgreka Kurd a ku bi salan e  didome, deriyê asayîbûnê veke.

Sidar Basut

26/03/2026