FEDERASYONA CÎHANÎ YA KURD ŞANOYA NETEWEYÎ YA KURD RAGIHAND

Kanal8 27/03/2026

Federasyona Cîhanî ya Kurd di roja cîhanî ya şanoyê de Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand.

Federasyonê derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir û kopiyek jê gihişt Kanal 8’ê.

Daxuyanî wiha ye:

“Di roja Cîhanî ya Şanoyê de, Federasyona Cîhanî ya Kurd, Şanoya Neteweyî ya Kurd radigihîne.

Şanoya Neteweyî ya Kurd ku ser bi Federasyona Cîhanî ya Kurd e, bi wê baweriyê hate damezirandin ku bibe yek ji kanalên kultûrî û şaristanî yên kurdan, ji ber ku şano bingeha şaristaniya gelan e.

Di heman demê de Şanoya Neteweyî ya Kurd, dê bibe neynika nasîna hevçerx ya kurd û dê bibe platformek ji bo rewşenbîrî û mirovahiyê jî. Di vê çarçoveyê de jî dê hewil dide bibe berdevkê civak û her kurdekî û dê bibe amûrek ji bo avakiririna kesayeta erênî ya kurd.

Şanoya Neteweyî ya Kurd ji bo bidesxistina van armancan, hewil dide ku bi riya hûnermendên hêja û şareza û teknîka nû, hûnereke bilind pêşkeş bike ku bibe hevgirtinek di navbera peyameke rastîn û estatîka hêja û dahênanê de.

Şanoya Neteweyî ya Kurd dê bibe platformek ji bo livandina hizirîneke rexnegir, bilindkirina hoşyariya neteweyî, nîştimanî, mirovî û temaşevanên xwe û di heman demê de, aşkerekirina pirsgirêkên mirov, bi taybet civaka kurd. Ji bo vê yekê jî hem girîngiyê dide tekstên nivîskarên kurd, hem jî tekstên biyanî, ku di asta pirs û xemên mirovên kurd de be.

Roja Cîhanî ya Şanoyê pîroz be”.

Kanal8

27/03/2026