ASAYÎŞA HERÊMA KURDISTANÊ AMARÊN ÊRIŞÊN 24 SAETÊN DAWÎ EŞKERE KIR

Kanal8 30/03/2026

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên bihurî de çar êrişên bi dronan hatine kirin.

Êrişên li ser kampên penaberan û Koyê

Li gorî daxuyaniyê, du êrişên bi dronan li ser kampa penaberan a Koyê û êrişeke bi dronan li ser bajarê Koyê hatine kirin.

Êrişa li ser gundê Zirgwêz

Li gorî daxuyaniyê, "Roja Yekşemê, 29ê Adara 2026an, êrişeke bi dronan li ser gundê Zirgwêz hatiye kirin û ti qurbanî nehatine ragihandin.

Herî zêde êriş li ser Hewlêrê bûne

Di meha bihurî de, 475 êrîş li Herêma Kurdistanê hatine kirin, bi piranî li Hewlêrê û Silêmaniyê.

Di vê navberê de, Rêveberê CPTyê Kameran Osman got ku 459 êriş li Herêma Kurdistanê hatine kirin, di nav de 361 êriş li ser Hewlêrê, 90 êriş li ser Silêmaniyê, pênc êriş li ser Duhokê û sê êriş li ser Helebceyê.

Kanal8

30/03/2026