ÎRO CEJNA EKÎTOYÊ YE
Îro Cejna Ekîtoyê ye, sersala Babilî Aşûrî ye, bi wê boneya Mezlûm Ebdî û hejmarek ji berpirsên Rojavayê Kurdistanê ew cejn pîroz kirin.
Cejna Ekîto sersala Babilî Aşûrî û li gorî agahiyên ji derdora 4 hezar sal ve tê pîrozkirin, wateya gotina Ekîtoyê destpêk, tova genim yan jî nêzkirina avê ji erdê ye.
Cejna Ekîto li cem Aşûr, Kildan û Siryanan tê wateya destpêka biharê, ango hinek taybetmendiyên wê ji cejna Newrozê ve nêz in.
Bi wê boneyê Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li ser Xê cejn li Aşûr, Kildan û Siryanan pîroz kir û got, ew cejn kûrahiya şaristaniya wan û nirxên nûkirina hêviyê temsîl dike.
Ebdî hevkarî ji bo parastina mîrasa çandî û şaristanî girîng dît û hêvî kir, nirxên biratiyê û hevjiyanê zêdetir bibin.
Hevdem Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve ye Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed cejna Ekîto li tevahî kesên wê pîroz dikin pîroz kir û destnîşan kir, ew cejn wateya dîrok û dewlemendiya rengereng ya navçeya wan dide.
Ehmed got, ew bawer dikin, pirrengiya ku ew jiyan dikin ji bo wan tevan dewlemendiyeke û rêya paşerojeke baştir e.
Di cotmeha sala bihurî de Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer’i mersûma 188 ya cejnên fermî û betlaneyan derxist û wê çaxê Newroz û Ekîto herdu di nav de tune bûn. lê piştî wê di mersûma 13 de cejna Newrozê nas kir. Heta niha jî ti gav derbarê Ekîto nehatine avêtin.
01/04/2026