ÇELÎK: DIVÊ PÊVAJOYA ÇEKBERDANÊ BIQEDE

Kanal8 02/04/2026

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got, “Divê pêvajoya çekberdanê biqede. Li gorî vê yekê dê gavên qanûnî werin avêtin.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe axivî û geşedanên di rojevê de û li ser pêvajoya çareseriyê nirxandin kirin.

Omer Çelîk ji ber êrişa bi dron a li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jê re silametî xwest û got  "Ez dixwazim bibêjim ku em her tim li gel birayên xwe yên Kurd li Bakurê Iraqê ne û em girîngiyê didin ewlehî û aramiya wan.”

Çelîk da zanîn ku Îsraîl hewl dide Kurdan bikşîne nav şer û wiah pê de çû: Em dizanin ku aliyê Îsraîlî bi hevdîtinên bi hin kom û aktoran re bi tundî dixebite da ku birayên me yên Kurd bikişîne nav vî şerî.

Berdevkê AK Partiyê Çelîk da diyarkirin ku pêşengên Kurdan di vê pêvajoyê de berpirsiyar tevgeriyane û got, “Birayên me yên Kurd li Îran û Bakurê Iraqê bi berpirsiyar tevgeriyane. Rêberên girîng ên raya giştî yên Kurd diyar kirine ku ew ê bi ti awayî nebin beşek ji vî şerî. Divê daxuyaniyên wiha bi berpirsiyar û yên hin rêxistinên din neyê tevlihevkirin.”

Çelîk di berdewamiya axaftinên xwe de di egera destwerdanekî de jî gef xwar û wiha berdewam kir:  Ez hêvî dikim ku vê carê, rêxistin di demên aloziyê de xêzek ku bi emperyalîstan re li hev dike, wekî ku li Sûriye û deverên din kirin, neşopînin. Wekî din, me dît ku encamên wê çi bûn," wî got.

Çelîk behsa pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd kir û got, "Xebata me bênavber berdewam dike. Mekanîzmayên ku bi talîmatên Serokomar û serokê partiya me hatine avakirin vê mijarê her tim di rojevê de digirin, hefteyê carek an çend rojan dicivin da ku van mijaran binirxînin. 

Çelîk derbarê vesaziyên yasayî jî wiha anî zimên: Li gorî rapora ku di dawiya xebata komîsyonê de hatiye amadekirin, daxuyaniyek zelal ew e ku piştî çekdanînê dê rêziknameyên qanûnî werin çêkirin.

Çelîk got, “Divê PKK xwe bi temamî hilweşîne û bi tevahî çek bê berdan. Ev nexşerêya ku di rapora komîsyonê de teşe girtiye ye. Gotûbêjên din ne mijara vê yekê ne. Li vir mesele hilweşandin û çekdanîn e.”

Kanal8

02/04/2026