ENFLASYON LI TIRKIYEYÊ HÎN JÎ BILIND E
Li gorî amarên fermî yên saziyên Tirkiyeyê, bandora şerê Îranê li ser enflasyonê li Tirkiyeyê sînordar bûye.
Daneyên Koma Lêkolîna Enflasyonê ya Serbixwe (ENAG) û Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê ji daneyên fermî cuda ne û wêneyek cûda nîşan didin.
35 roj piştî şerê Îranê, bilindbûneke berbiçav di bihayên enerjî û petrola xav de tê dîtin, bihayê petrola xav ji dora 70 dolarî gihîştiye zêdetirî 110 dolarî bermîlê.
Tirkiye, di nav welatên G20 de piştî Arjantînê rêjeya enflasyonê ya herî bilind de ye. Di Adarê de, ew ji rêjeya pêşbînîkirî jî derbas nebû. Li gorî aborînas, pisporên dirav û bazarê, tê payîn ku enflasyon meha bihurî ji sedî 2,4 zêde bibe, lê ji sedî 1,94 zêde bû û gihîşt ji sedî 30,87.
Aborînas bawer dikin ku mayîna enflasyonê li jêr bendewariyan balkêş e, ji ber ku Tirkiye bi giranî bi hawirdekirina petrolê ve girêdayî ye. Lê ew dibêjin ku bandor dê di mehên pêş de bêtir eşkere bibin.
Li gorî daneyên fermî, enflasyon di Sibat û Kanûnê de ji bendewariyan derbas bûbû.
Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê ragihand ku enflasyon di meha Adarê de ji sedî 2.97 zêde bû û gihîşt ji sedî 40.44.
Di heman demê de, Koma Lêkolîna Enflasyonê ya Serbixwe (ENAG) got ku enflasyon di meha Adarê de ji sedî 4.10 zêde bû û gihîşt ji sedî 54.62.
Hejmarên ku ji hêla Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê û ENAGê ve hatine weşandin, bi hejmarên fermî re nakok in û ji pêşbîniyê jortir in, dema ku pêşbîniya wê %2.4 bû, lê zêdebûna enflasyonê ya mehane bi rêzê ve %2.97 û %4.10 e.
Di nîvê Sibatê de, Serokê Banka Navendî Fatih Karahan got ku ew li bendê ye ku enflasyon heta dawiya salê bigihîje ji sedî 15 û %21.
Tevî ku siyaseta kêmkirina enflasyonê dişopîne û tedbîrên cûrbecûr digire jî, hikûmeta Tirkiyeyê di anîna enflasyonê de negihîştiye asta xwestî.
Wezîrê Xezîneyê Mehmet Şîmşek di destpêka sala 2025an de got ku ew dixwazin heta dawiya wê salê enflasyonê bigihînin ji sedî 21.
Li vir cudahiya di navbera hejmarên enflasyonê yên fermî yên Saziya Amarê ya Tirkiyeyê (TUÎK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) de di sala borî de heye.
MEH Û SAL TUÎK ENAG
- Adar 2025 %38,10 %75,20
- Nîsan 2025 %37,86 %73,88
- Gulan 2025 %35,41 %71,23
- Hezîran 2025 %35,05 %68,68
- Tîrmeh 2025 %33,52 %65,15
- Tebax 2025 %32,95 %65,49
- Îlon 2025 %33,29 %63,23
- Cotmeh 2025 %32.87 %60.00
- Mijdar 2025 %31,07 %56,82
- Kanûn 2025 %30.89 %56.14
- Çile 2026 %30,65 %53,42
- Sibat 2026 %31.53 %54.14
- Adar 2026 %30.87 %54.62
04/04/2026