LI EFRÎNÊ RÊ JI BO WELATIYAN NEHAT DAYÎN ALA KURDISTANÊ RAKIN

Nûrhat Hesen 05/04/2026

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dîsa welatiyan pêşwaziya karwanê duyem ê koçberan kirin, lê hêzên ewlekariyê rê nedan ku ala Kurdistanê bê rakirin.

Çavkaniyekî ji welatiyên Efrînê ji KANAL8ê re ragihand, vê carê hêzên ewlehiyê nehiştin ti welatiyek ala Kurdistanê rake û hêzên ewlekariyê ji welatiyan re gotine ku divê ew tenê ala Sûriyeyê rakin.

Lê di hin dîmenên ku gihiştine destê KANAL8ê de diyar dibe hin kesan ala Heyet Tehrîr Şamê rakirine û hewl didin provakasyonan derxin û li gorî agahiyan şer di navbera welatiyên Kurd û hinek kesên hewl dan provakasyonan de derket.

Şeva din, demjimêr nêzî 10an karwana duyem ya koçberên Efrînê ya ji 200 malbatan pêk dihat gihişt Efrînê û welatiyan bi gulan pêşwazî li wan kirin.

Li gorî agahiyan heta niha nêzî 6 hezar ji malbatên Efrînê li Hesekê, Qamişlo û Kobaniyê hene û biryar e karwanê sêyem yê sibe, roja duşemê rêkeve.

Nûrhat Hesen

05/04/2026