NÊÇÎRVAN BARZANÎ Û EHMED ŞER'I BI TELEFONÊ AXIVÎN

Kanal8 07/04/2026

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li ser pêşketinên dawî yên li herêmê û encamên şer nîqaş kirin û girîngiya parastina aramiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê tekez kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Duşemê êvarê bi Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şerî re pêwendiyek telefonî wergirt. Her du aliyan li ser rewşa herêmê û pêşketinên dawî yên şer û encamên wê nêrînên xwe parve kirin. Her du aliyan girîngiya xurtkirina hewldanên dîplomatîk ji bo rawestandina şer û dîtina çareseriyek aştiyane ji bo pevçûnê tekez kirin.

Parastina aramiyê û şermezarkirina êrişan

Di beşek din a civînê de, mijara aştî û aramiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê hate nîqaş kirin û girîngiya parastina wan hate tekez kirin. Di vê çarçoveyê de, Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer’i êrîşên li ser axa Herêma Kurdistanê ku gef li ewlehiya herêmê dixwe şermezar kir.

Rewşa Kurdan li Sûriyeyê û têkiliyên dualî

Mijareke din a nîqaşê rewşa Kurdan û civakên din ên li Sûriyê bû. Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer’i her wiha li ser têkiliyên di navbera Sûriye û Iraqê û çend mijarên din ên berjewendiya hevbeş nîqaş kirin, da ku hevrêziya li herêmê xurttir bibe.

Kanal8

07/04/2026