MEHMET ALTAN LI PEY ŞOPA DAPÎRA XWE YA JI SILÊMANIYÊ DIKEVE

Sidar Basut 11/04/2026

Rojnamevan û nivîskar Mehmet Altan, amadehiyê dike ku ji bo şopa dîroka malbata xwe biçe Silêmaniyê.

Rojnamevan û Nivîskar Mehmet Altan li ser çîroka koçberî û windabûnê bi hevkara me Sîdar Basutê re gotûbêjekê dike û balê dikşîne ser wê yekê ku dapîra wî (diya diya wî) ya ku qet nedîtiye Kurdeke Silêmaniyê ye; ew vê lêgerîna kesane di heman demê de wekî rêwîtiyekê bîra çandî û rûbirûbûnekê dibîne.

Altan dixwaze ku serdana gora dapîra xwe bike û vê rêwîtiya xwe ya taybet veguherîne belgefîlmekê.

Altan dibêje ku Silêmanî ji bo wî "rabirdûya nediyar a aliyê diya wî" ye û diyar dike ku ev rêwîtiya ber bi rehên wî ve, dê bi çîrok û şahidiya nû kûrtir bibe.

Sîdar Basut: Birêz Altan we di sohbeteke me ya berê de gotibû ku dapîra we Kurdeke Silêmaniyê ye û gora wê jî li Silêmaniyê ye. Çûyîna Silêmaniyê û serdana gora dapîra we ji bo we tê çi wateyê?

Mehmet Altan: Dayika min Kerime Altan a ku di 18ê Cotmeha 1991ann de wefat kir, xizmê Serokkomarê 7emîn ê Iraqê Fuad Masum e; zarokên ap û metan in. Malbata me bi eslê xwe ji gundê Sancakê yê Silêmaniyê ye. Dapîra min û dayika min, di serdema destpêkê ya Komarê de ji Iraqê koçî Tirkiyeyê kirine. Dapîra min ji bo komkirina malbat û kesên li pey xwe mane, ji bo demeke kurt vegeriyaye Iraqê; lê li wir nexweşiya kolerayê girtiye û jiyana xwe ji dest daye. Gora wê li Silêmaniyê ye ku min qet ew der nedîtiye û nizanibû. Serdana gora wê dê bibe sedem ku ez careke din bi aliyê diya xwe re bi rabirdûya xwe ve girê bidim. Ez bawer dikim ku ev serdan dê rê bide min ku ez rehên xwe ji nêz ve binasim û ji aliyê çandî ve nûbûnekê bijîm.

Sîdar Basut: We gotibû ku hûn berê qet neçûne Silêmaniyê. Gelo Silêmanî ji bo we tenê bajarek e, an cîh e ku hûn ê pê re bi koka malbata xwe re têkiliyê deynin?

Mehmet Altan: Silêmanî ji bo min ne tenê bajarek e; cîhê wê rabirdûya min e ku min ji aliyê diya xwe ve qet nizanibû. Ew cihê ku rehên min lê ne û parçeyekî girîng ê erdnigariyq min a çandî ye.

Sîdar Basut: Dema hûn li şopa dapîra xwe bigerin, hûn hêvî dikin ku di derbarê nasnameya xwe de çîrokên nû jî hînbibin? 

Mehmet Altan: Ez hêvî dikim ku tiştên nehatine zanîn û parçeyên kêmmayî yên aliyê diya xwe temam bikim. Ez dixwazim rabirdûya diya xwe ku çavkaniya sereke ya rehên min e, baştir fêm bikim. Keşfkirina wê erdnîgariyê ku yek ji du şaxên sereke yên min e, dê bibe sedem ku ez nasnameya xwe bi rengekî berfirehtir fêm bikim.

Sîdar Basut: We gotibû ku ez dixwazim jiyana dapîra xwe bikim belgefîlm. Gelo di belgefîlmê de kîjan mijaran derxin pêş? Di pêvajoya belgefîlmê de hedefeke we ya wekî naskirina mirovên li wir û komkirina çîrokan heye?

Mehmet Altan: Di belgefîlmê ku ez difikirim amade bikim de, fîgurê sereke dê dayika min Kerime Altan be. Jiyana wê û rehên wê dê di navenda vegotinê de bin. Di vê pêvajoyê de yek ji şahidiyên herî girîng dê ya Fuad Masum be. Gotinên wî dê bibe yek ji çavkaniyên bingehîn ên belgefîlmê. Ji bilî vê, her celeb agahî, şahidi û çîrokên ku dê vegotinê dewlemend bikin, dê di qada eleqeya min de bin. Her şopek ku bê dîtin, dê bibe alîkar ku vegotin kûrtir bibe.

Sîdar Basut: Bajarê Silêmaniyê ku di çand û dîroka Kurdan de cîhekî girîng digre, gelo dê di belgefîlma we de bi çi awahî cîh bigre?

Mehmet Altan: Çavdêriyên min ên li ser Silêmaniyê û xebateke dîrokî ya piralî ku dê pê re bibe, dikare zemîna sosyolojîk a belgefîlmê ava bike.

Wekî dawî, tiştekî taybet heye ku hûn dixwazin li ser dîrok û çanda herêmê hîn bibin?

Beriya her tiştî, ez dixwazim şahidiya Fuad Masum hîn bibim û li pey şopa vê şahidiyê herim. Piştgiriya vê vegotinê bi çavkaniyên cuda jî girîng e.

Sidar Basut

11/04/2026