MEZLÛM EBDÎ Û ÎLHAM EHMED ÇÛN ŞAMÊ

Kanal8 14/04/2026

Li gorî agahiyên Nûçegihana KANAL8ê Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derveya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed çûn Şamê.

Nûçegihana KANAL8ê ragihand, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji bo dan û standinan berê xwe dan Şamê.

Piştî lihevkirina 29ê Çileyê herdu aliyan ji bo birêvebirina pêvajoyê di asta komîteyan de hevdîtin kiribûn.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed piştî lihevkirina 29ê Çileyê cara yekê ye ji bo hevdîtinan diçin Şamê.

Kanal8

14/04/2026