JI BAKURÊ KURDISTAN GENIM HAWIRDEYÊ IRAQÊ HATIYE KIRIN
Kanal8 16/04/2026
Di çaryeka yekem a îsal de, bi bihayê 192.774 milyon dolar baqle û genim ji Bakurê Kurdistanê hawirdeyê Herêma Kurdistan û Iraqê hatiye kirin
Li gorî daneyên yekîtiya hinardekaran ên li başûrrojhilatê Tirkiyeyê, Tirkiyeyê di sê mehên pêşîn ên îsal de, bi bihayê 871.282 milyon dolarî genim, baqle û rûnê zeytûn hinarde kiriye.
Dane diyar dikin, berhem ji 164 welatan re hatine hinardekirin, ku digihîje milyonek û 79 hezar û 887 ton.
Li gorî sala bihurî, berhema ku herî zêde di hinardekirinê de zêde bûye rûnê garis bû.
JI ber şerê Îranê, hinardekirina bo Rojhilata Navîn di sê mehên pêşîn ên îsal de li gorî salek berê ji sedî 20.8 kêm bûye.
Hinardekirinên herî mezin bi 192.774 milyon dolarî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bûn.
Kanal8
16/04/2026