HEJMARA QURBANIYÊN ÊRIŞA LI SER DIBISTANA MEREŞÊ GIHIŞTE 10AN
Di êrişa li ser dibistana navendî ya li Mereşa Bakurê Kurdistanê de neh xwendekar û mamosteyek jiyana xwe ji dest da.
Duh xwendekarekî pola 8an li dibistana navendî ya navçeya Onîkîşubatê ya li bajarê Mereşê yê bakurê Kurdistanê û bi awayekî bêserûber gule li xwendekarên di polê de reşand.
Rojek piştî êrîşa çekdarî ya li ser dibistanek amadeyî li Rihayê, xwendekarekî pola heştemîn duh piştî nîvro êrîşî Dibistana Navîn a Ayser Çalik a li Mereşê kir û bi awayekî bêserûber gule li du polên xwendekaran reşand.
Di êrîşê de mamosteyek û heşt xwendekar hatin kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûn.
Xwendekarekî din ê birîndar îro jiyana xwe ji dest da û bi vî awayî hejmara qurbaniyan gihîştiye
Li gorî daxuyaniyek hevbeş a Wezaretên Navxwe û Perwerdehiyê, biryar hatiye dayîn ku rêveberiya dibistanan ji nû ve were nirxandin û tedbîrên parastina mamoste û xwendekaran werin tundkirin.
16/04/2026