NÊÇÎRVAN BARZANÎ Û EHMED ŞER’I CIVIYAN
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer’i civiyan û pêşketinên dawî yên li herêmê û encamên şer nîqaş kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani îro di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bi Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer’i re civiya.
Serokatiya herêma Kurdistanê derbarê civînê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, di civînê de li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de bi Sûriyeyê re, bi taybetî di warên aborî û bazirganiyê de, pêşketinên dawî yên li herêmê û encamên şer hatin nîqaşkirin.
Hat diyarkirin, her du alî li ser pêwîstiya hevkariya herêmî ji bo pêşîgirtina li gefên li ser aştî û aramiyê li hev kirin.
Rewşa Sûriyeyê, Kurd û civakên li Sûriyeyê mijarek din a civînê bû. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hewldanên wan ên ji bo çareserkirina pevçûnê û gihîştina rêkeftinekê bi Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê re spasiya Ehmed Şer’i û hikûmeta wî kir.
Her wiha hat ragihandin, Ehmed Şer’i jî ji bo hewldan û piştgiriya wan ji bo aştî û çareserkirina pirsgirêkan spasiya Nêçîrvan Barzani û serokatiya Herêma Kurdistanê kir.
17/04/2026