LI EFRÎNÊ LEHÎ RABÛ Û ZIYAN GIHIŞT ÇANDINIYÊ
Kanal8 19/04/2026
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji ber barîna zêde ya baranê, lehî rabû û ziyaneke mezin gihişt çandiniyê, di heman demê zîpik bi awayekî tund bariyan û gupikên zeytûnan weşiyan.
Îsal bi qasî ku baran li Rojavayê Kurdistanê bariya, êdî erdê têr av vexwariye, ji ber çi barana ku dibare dibe lehî û ziyanê digihînê çandiniyê.
Li Efrînê, ji ber baranê lehî çê bûn û li hinek gundan derbasî malên welatiyan bûn û her wiha ziyaneke mezin gihand çandiniyê.
Her wiha zîpik jî bi tundî bariyan û gupikên zeytûnan bi piranî weşiyan. Ev yek piştî ku xwediyên zeytûnan derbarê demsalê de geşbîn bûn tê, gelek darên zeytûnê ziyanên mezin dîtin.
Kanal8
19/04/2026