ÎLHAM EHMED DERBARÊ CIVÎNA DAWÎ YA LI ŞAMÊ AXIVÎ
Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed derbarê civîna 15ê Nîsanê axivî.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî, Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Serokê Hikumeta Veguhêz a Suriyeyê Ehmed Şer’i di 15ê Nîsanê li Şamê civiyan.
Îlham Ehmedê da zanîn, yek ji mijarên civînê pergala perwerdeyê bûye û got, “Me li hev kir ku di demek nêzîk de herdu wezîrên perwerdeyê û wezîrê xwendina bilind ji bo danîna mekanîzmeyekê, sardana parêzgeha Hesekê bikin û vê mijarê bi dawî bikin.”
Îlham Ehmed da diyarkirin, di aliyê pergala îdarî de heta niha tenê li ser mijarên tendirustî û perwerdeyê erkdarkirina gerînendetiyan hatiye çêkirin, gerînendetiyan ku hîn nehatine diyarkirin jî, bi lezgînî wê bên diyarkirin.
Îlham Ehmedê li ser pêvajoya entegrasyonê jî diyar kir, tevî ku hin gav hatibin avêtin jî pêvajo giran dimeşe.
Derbarê rêveberina deriyên sînorî jî Îlham Ehmedê da zanîn, mekanizmaya rêvebirina deriyê Sêmalka û deriyên sînorî yên din hatiye avakirin û karmend ên ku bi navê Rêveberiya Xweser kar dikirin, li ser esasê entegrasyonê xebat didomînin.
Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser da zanîn, di pêkanîna mekanîzmeyê de gelek pirsgirêk derketine û wiha pê de çû: Berpirsên hinek mûdiriyetan yên li parêzgehê beriya niha ji aliyê hikumeta veguhêz ve piştî ku rejîma Esed rûxiya hatibûn diyarkirin. Ev jî bi xwere pirsgrêka derdixe. A rast ewe ku lihevkirin hebe li ser wan berpisyaran. Gelek karmendên Rêveberiya Xweser hene, divê ev karmend li derveyî kar nemînin. Divê ji bo erkdarkirina kesên ku Rêveberiya Xweser pêşkêş dike û yên hikumeta veguhêz diyar dike lihevkirinek hebe.
Îlham Ehmedê derbarê tevlîbûna jinê jî wiha got, “Di çarçoveya entegrasyonê de ji bo erkdarkirinê navên jin û mêran jî tê pêşkêşkirin. Heta niha midûrên perwerde û tenduristiyê hatine erkdarkirin, lê herdu jî mêr in. Lewma dive tevlîkirina jinan weke taybetmendiyekê were berçavgirtin. Roleke girîng were dayîn. Di vê mijarê de zehmetî û astengiyên cidî hene.”
Derbarê entegrebûna YPJyê jî Îlham Ehmedê wiha anî zimên: Her çiqasî di nîqaşan de encamek nû ji bo YPJyê derneketibe jî, lê ew hîn di rojevê de ye. Nîqaşa li ser fermîkirina YPJyê di rojeva hikûmeta veguhêz de ye jî. Ev dê heta pêkanîna lihevkirinekê dewam bike.
Îlham Ehmedê da zanîn dê Kurd jî beşdarî komîteya nivîsandina destûra Sûriyeyê bin û wiha pê de çû: Pêwîstiya Suriyeyê bi destureke bigehîn a nû heye û ji bo wê pêwîstî bi komîteyeke ku temsîla hemû neteweyan bike heye. Kurd jî şirîkên esasî yê avakirina vî welatî ne. lewma dive rolek esasî ya wan hebe. Ev jî di dema pêş de wê pêk were.
20/04/2026