R. XWESER Û HIKUMETA VEGUHÊZ DÊ LI SER PERWERDEYÊ CIVÎNEKÊ LI DAR BIXIN
Çavkaniyekî ji kerta perwerdehiyê ya Rojavayê Kurdistanê ji KANAL8ê re ragihand, dê hinek pêşketin di mijara entegresyona pergala perwerdehiya Rojava de çêbibin.
Çavkaniyê diyar kir, di civîna dawî ya di navbera Ehmed Şer’i, Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed de, behsa mijara perwerdehiyê hatiye kirin û dê heta serê vê mehê hinek pêşketin di perwerdehiyê de pêk werin.
Li gorî lihevkirina 29’ê Çileyê divê Şam bawernameyên Rêveberiya Xweser tevahiyan nas bike.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê jî da zanîn, tê payîn ku hefteya bê li ser rewşa perwerdeyê û mekanîzmaya naskirin û pejirandina bawernameyên Rêveberiya Xweser civînek were lidarxistin.
Li gorî ajansê, dê nûnerên Desteya Perwerdeyê û Kordînasyona Zanîngehan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha Wezaretên Perwerdeyê û Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yên Hikumeta Veguhêz ya Sûriyeyê beşdarî civînê bibin.
21/04/2026