HÎLALÎ: JI BILÎ PEYMANA 29Ê ÇILEYÊ, TI RÊYEKE DIN TINE YE
Ehmed Hîlalî, şanderê serokatiya Sûriyeyê ku bi şopandina pêkanîna peymana 29ê Çile bi HSDyê re hatiye erkdarkirin ji ajansa fermî ya Sûriyeyê re axivî û behsa mijara radestkirina saziyan û hin pirsgirêkan kir.
Hîlalî got: "Duh piştî wergirtina Dîwana Dadê li Hesekê, em çûn bajarê Qamîşloyê, lê em ji neqebûlkirina kesên li Dîwana Dadê ya radestkirina avahiyê û vegera dadweran bo ser karê xwe bê sedem matmayî man, ji ber ku ew ji karê li Hesekê hatin astengkirin, ku ev yek aloziyeke bêmaf e ku êşa gel zêde dike."
Hîlalî pê de çû û got: "Tevî hewldanên hin kesayetên mafzan û xêrxwaz di nav "Rêveberiya Xweser" de ji bo destwerdanê ji bo derbaskirina astengiyan, van hewldanan encam nedane, ji ber rika aliyên din ji bo paşxistina meseleyê heta radeyekê, ku di vê qonaxê de diyarkirina demeke diyarkirî dijwar dike.
Hîlalî tekezî li ser kir ku "Em tekez dikin ku Wezareta Dadê saziyeke serwer e û nayê qebûlkirin ku ew li derveyî çarçoveyeke yekgirtî li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê bixebite, ji ber ku prensîba yekyasa, yekartêş, yekal û yekdewlet bingeha lihevkirinê ye."
Di dawiyê de behsa takerêya Peymana 29ê Çileyê kir û got: "Em tekez dikin ku ji bilî Peymana 29ê Çileyê ti rêyeke din tine ye. Hikûmet dê avahiyan bigire û ji bo entegrekirina saziyên HSDêy di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de bixebite."
21/04/2026