DENGBÊJ KAZO HAT AMELIYATKIRIN

Sema Reşid 23/04/2026

Hunermendê Navdar ê Kurd Dengbêj Kazo hat ameliyatkirin û hunermend Rojda çû serdana wî.

Xizmê Dengbêj Kazo, Ergîn Bariş di 21ê vê mehê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku dengbêjê navdar ê Kurd dê ameliyat bibe.

Her wiha hunermenda Kurd Rojdayê piştî ameliyata Dengbêj Kazo çû serdana wî û di hesabên xwe yên torên civakî de wêneyên xwe û Dengbêj Kazo belav kir û got, “Îro ez çûm serdana Dengbêj Kazo, ameliyat bûye û em hêvî dikin car din zû rabe ser xwe.”

Dengbêj Kazo kî ye?

Hunermendê Kurd Kazo yan jî Rizgan Kazo di sala 1950an de li gundê Goveleka Wana Bakurê Kurdistanê hatiye dinê.

Kazo di malbateke dengbêj de hatiye dinê û ji ber vê yekê di temenê zarokatiyê dest bi dengbêjî ya xwe kirîye. Bav û Bapîrê Kazo jî dengbêj bûn.

Bapîrê Kazo di dîwana Ecemê Kinê û Zor Husên Paşa de dengbêjî kirîye.

Kazo di temenê ciwanî ya xwe de bi dengbêjê wek Hecî Evdilkerîm û wekê Tahiro re sitrana gotiye û bi alîkariya van dengbêja gelek albûmên xwe çêkirî ye.

Dengbêj Kazo bi dengbêj Mihemed Arifê Cizrawî û dengbêjê Radyoya Erîvanê bi bandor bûye. Hunermendî bi navê Koma Şîrvan komeke muzîkê ava kir. Endamên komê bi giştî ji malbata Kazo bû. Di vê pêvajoya de 26 Albûm derxist.

Dengebêjê navdar ê Kurd Kazo herî dawî di sala 2021an de ji ber krîza dil bo nexweşxaneyê hatibû rakirin.

Sema Reşid

23/04/2026