HÎLALÎ: ME PEYWENDÎ BI MEZLÛM EBDÎ RE KIR
Şanderê tîma serokatiyê yê ku ji bo pêkanîna peymana 29ê Çile hatiye erkdarkirin, îro ji North Press re axivî û got ku "pirsgirêka girtiyan dê di demeke nêzîk de were çareserkirin û danûstandin dê li ser çênebe; ew qonax derbas bûye."
Hîlalî pê de çû û got: "Hikûmet niha girtîgehan bi rê ve dibe û dê hemû endamên berê yên HSDyê berde. Dosyayên girtiyan dê ji hêla nivîsgeha yasayî ya Wezareta Dadê ve werin nirxandin, bi lez û bez prosesa wan here serî."
Amaje bi wê yekê kir ku "ji ber tiştê ku li Koşka Dadê ya li Qamişloyê qewimî, roja din civînek bi Birêz Mezlûm Ebdî û nûnerê serokatiyê re hate lidarxistin. Me li wir sedemên nakokiyê û rêyên çareserkirina pirsgirêkê bi berfirehî nîqaş kir."
Behsa civîna xwe kir û got: "Me civîneke din bi parêzgar û şêwirmendên ji Rêveberiya Xweser re li dar xist, û me planeke gengaz pêşxist ku vê hefteyê were bicihanîn. Em ê bi Wezîrê Dadê re jî bicivin da ku rewş û çareseriyên berdest û gengaz rave bikin."
Hîlalî tekez kir ku "Hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê pabend in bi cihbicihkirina rêkeftinê û ti alternatîfek ji bo cihbicihkirina wê tine ye. Tiştê ku em pê re rû bi rû dimînin ne kêmasiyek di vîna her du aliyan de ye ji bo gihana çareseriyekê, lê belê hin alî hene ku dibe ku berjewendiyên wan zirarê bibînin, ji bilî hin hûrgiliyên teknîkî."
25/04/2026