KUJERÊ HEMZE XETÎB TÊ DARIZANDIN
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê îro li Dadgeha Sizayê ya li Koşka Dadê ya Şamê dest bi darizandina Atif Necîb, efserê ewlehiyê yê rejîma Baesê kir.
Atif Necîb di sala 1960an de li bajarê Ceblê li gundewarê Laziqiyê ji dayik bûye. Tev li Akademiya Leşkerî bûye û berî ku di nav refên hêzên ewlehiyê yên Şamê de bigihe pileya generalê lîwayê, bûye dekan, pişt re di navbera salên 2008 û 2011an de serokatiya şaxa Ewlekariya Siyasî li Derayê kiriye.
Navê Necîb bi bûyerên ku di destpêka krîza Sûriyeyê ya 2011an de li Derayê qewimîn ve girêdayî ye, ku xala destpêkirina xwepêşandanên li Sûriyeyê bû.
Necîb bi riswakirina rûmetdar û niştecihên Derayê tê tawanbarkirin dema ku ew çûn daxwaza berdana zarokên ku piştî nivîsandina dirûşmeyên li dijî Baesê li ser dîwarên dibistanên xwe hatibûn girtin.
Hikûmeta Sûriyeyê dibêje ku ev darizandin destpêka darizandina "alîgirên rejîma berê" li Sûriyeyê ye.
Tevî ragihandina destpêkirina prosesên dadgehê, daxwazên gel ji bo darizandina hemû sûcdarên komkujiyên li Sûriyeyê berî û piştî hilweşîna rejîma Baesê li Sûriyeyê, tevî komkujiyên li Beravê û Siwêdayê, zêde dibin.
26/04/2026