BAHÇELÎ: HILBIJARTINA PARÊZGAREKÎ TURKMEN LI KERKUKÊ GAVEKE DÎROKÎ YE
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de gotarek pêşkêş kir û got: "Tirkmen li Kerkûkê tekoşînê di ber nasnameya xwe de dikin û hilbijartina parêzgarekî Turkmen jî li wî bajarî gaveke dîrokî ye."
Bahçelî pê de çû got: "Hewldan hene ku Tirkmenbûna zimanê Tirkî kêm bikin, hebûna wê ya dîrokî tarî bikin û nasnameya wê ya neteweyî qels bikin. Tiştê ku îro li Kerkûkê diqewime di vî warî de pir giring e.
Behsa hilbijartina Mihemed Seman kir û got: "Hilbijartina Serokê Eniya Tirkmenan Mihemed Seman wekî parêzgarê Kerkûkê, hin ji êşên dîrokî derman kir û di warê derketina vîna Tirkmenan de li Kerkûkê xaleke werçerxê ye. Ev pêşketin careke din ji me re dibêje ku hebûna Tirkmenan li Kerkûkê nayê marjînalîzekirin, nayê paşguhkirin an jî nayê jêbirin."
28/04/2026