HÎLALÎ: JI BO ÇARESERKIRINA MIJARA PERGALA DADWERIYÊ LI HESEKÊ, RÊZEHEVDÎTIN PÊK HATIN
Şanderê Komîteya Serokatiya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî der barê mijara çareserkirina pergela dadweriyê û pirsgirêka vê dawiyê li parêzgeha Hesekê derketî daxuyanî da.
Hîlalî li ser hesabê xwe ya Facebookê postek belav kir û got: "Hewldanên şanderê Serokatiyê Ziyad Ayiş, Parêzgarê Hesekê endezyar Nûredîn Ehmed û tîma ku çavdêriya bicihanîna peymana 29ê Çile dike ji bo çareserkirina pergala dadweriyê li Parêzgeha Hesekê berdewam dikin.
Hîlalî amaje bi yekê kir ku: "Ji bo gihana çareseriyên guncaw ên ku rêzê li prensîbên serweriya dewletê, serxwebûna dadweriyê û entegrekirina dadweran di dadweriya Hesekê de li gorî Yasaya Desthilata Dadweriyê digirin, rêzehevdîtin bi Wezîrê Dadê Dr. Mezhar Elweys û Serdozgerê Giştî yê Komara Erebî ya Sûriyeyê, Hesen Elturba re hatin lidarxistin."
30/04/2026