WAILÎ: YEKEM PORSEYA HINARDEKIRINA PERTROLÊ DI REBÎAYÊ RE DEST PÊ KIR

Kanal8 02/05/2026

Serokê Desteya Dergehên Sînorî ya Iraqê, Omer Wailî, roja Înê ragihand ku Bexdayê yekem proseya hinardekirina petrola xam bi rêya deriyê sînorî yê Rebîayê dest pê kiriye.

Rayedarên Iraqê piştî navbereke zêdetirî 13 salan ji ber nebaşiya mercên ewlehiyê, di 20ê Nîsanê de deriyê Rebîayê bi Sûriyeyê re ji nû ve vekirin. Iraq armanc dike ku bazirganiyê zêde bike û rêwîtiyê bi Sûriyeyê re hêsan bike.

Wailî zêde kir ku "kar ji bo zêdekirina kapasîteya derî, pêşxistina binesazî û karûbarên lojîstîkî ji bo bicihanîna çalakiyên pêşbînîkirî di serdema pêş de dimeşe."

Pê de çû û got: "Hinardekirina petrolê bi rêya deriyên bejayî vebijarkeke giring e ji bo cûrbecûrkirina kanalên birinûanînê û kêmkirina metirsiyên bi rêyên klasîk ve girêdayî."

Ev gav di nav krîza berdewam a girtina Tengava Hurmuzê de ji ber nakokiya Amerîka-Îsraîlê bi Îranê re tê, ku di Adara bihurî de bû sedema kêmbûna hinardekirina petrola Iraqê bi qasî ji sedî 80.

Kanal8

02/05/2026