ELÎ ZEYDÎ GIHA HERÊMA KURDISTANÊ Û DÊ RÊZECIVÎNAN PÊK BÎNE
Serokwezîrê diyarkirî yê Iraqê Elî Zeydî ji bo temamkirina kabîneya nû giha Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Şemiyê piştî nîvro li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê pêşwaziya Serokwezîrê diyarkirî Elî Zeydî kir. Zeydî bi şandeyeke Çarçoveya Hemahengiyê re ye û biryar e ku rêzehevdîtinên di asteke bilind de pêk bîne.
Li gorî bernameya serdanê, Elî Zeydî dê bi Serokê PDKyê Mesûd Barzanî, Serok Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bi awayekî cuda bicive. Biryar e ku serokwezîrê diyarkirî îro êvarê serdana Silêmaniyê bike û bi Serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî re bicive.
Elî Zeydî, ku di 27.04.2026an de ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve hatiye diyarkirin, tenê 25 roj mane ku hikûmetê ava bike. Li gorî destûrê, divê ew di nav mehekê de endamên kabîneya xwe pêşkêşî parlementoyê bike. Berî serdana xwe ya bo Hewlêr û Silêmaniyê, Zeydî 10 civîn bi partiyên Sîe û Sunî yên li Bexdayê re lidar xist da ku li ser namzetên wezîran biryar bide.
Niha du komîte rojeva hikûmetê amade dikin û li gorî mezinahiya kursiyên di parlamentoyê de postan belav dikin. Bi piştgiriya Washingtonê û erêkirina Tehranê, Zeydî hewl dide ku navên wezîrên xwe berî 28ê Gulana 2026an pêşkêş bike û bi vî awayî dawî li rewşa siyasî ya ku ji çar mehan zêdetir e Iraqê dorpêç kiriye bîne.
02/05/2026