PEYAMÊN PÎROZBAHIYÊ YÊN JI BO AMEDSPORÊ

Sema Reşid 02/05/2026

Amedspor û Îdir FK îro hatîn pêşberî hev; Maça di navbera herdu tîman de 3-3 wekhev bi dawî bû û Amedspor ji bo Lîga Super a Tirkiyeyê bi ser ket.

Piştî serkeftina Amedsporê di serî de Amed li gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê alîgirên Amedsporê ji bo pîrozbahiyê derketin qadan.

Her wiha di rojeva siyasetmedaran de jî serkeftina Amedsporê hebû. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û Amedspor pîroz kir.

Peyama Erdogan

Serokomarê Tirkiyeyê got, “Ez bi dil û can pîrozbahiyê li Amedsporê dikim ku dê sezona bê di Lîga Super a Trendyol de nûnertiya Dîyarbekirê bike, li tevahiya civaka Amedspor û li xwişk û birayên xwe yên Dîyarbekirê û ji wan re serkeftinê dixwazim.”

Peyama Leyla Zanayê

Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê jî bi peyameke kurt serkeftina Amedsporê pîroz kir û wiha nivîsî: Amed berxwedane! Her bijî Ameda rengîn,bijî Amedspor.

Peyama Tulay Hatîmogullariyê

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got, "Ez Amedsporê bi dil û can pîroz dikim. 

Îro Amedsporê ne tenê bajarê Amedê, di heman demê de her kesê ku qîmet dide ked, bawerî û hevgirtinê kêfxweş kirin. Gelê Amedê, bi alîgir û hevalên xwe bi piştgiriyeke mezin di tevahiya sezonê de di vê serketinê de roleke pêşeng lîstin. Mala wan ava be. 

Bila ev serkeftin destpêka rêwîtiyeke hîn mezintir be."

Peyama Tuncer Bakirhan

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî bi peyamekê Amedspor pîroz kir û got, “Ez Amedsporê ji dil pîroz dikim. Ev serkeftina dîrokî encama piştgiriya mezin a gelê me ye. Hezar carî malava! 

Her kesê ku dil daye Amedsporê îro pir bextewer e. Di Super Lîgê de jî em ê bi hemû hêvî û baweriya xwe ligel tîma xwe bin. Her bijî Amedspor!”

Pîroz be dilê Kurdan Amedspor

Her wiha Tîma Zaxoyê jî peyameke pîrozbahiyê ji bo Amedsporê belav kir.  Di peyama xwe de Tîma Zaxoyê wiha got, “Em wekî Tîma Zaxoyê, ji dil û can pîrozbahiyê li tîma Kurdan Amedsporê dikin bi helkefta derketina wê ya bo Lîga Super a Tirkiyeyê. Ev ji bo Kurdan û alîgirên Amedsporê destkefteke dîrokî ye. Em bi vê serkeftina we ya mezin gelekî dilxweş in û em dê her tim piştgiriyê bidin Amedsporê.

Alîgirên Zaxoyê û alîgirên Amedê her tim destê xwe dane hev û wekî du birayan bi hev re bûne.

Pîroz be dilê Kurdan Amedspor.”

Peyama Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serkeftina Amedsporê peyamek belav kir û got, "Bi germî û ji dil Amedsporê pîroz dikim ku ji bo Lîga Superê bi ser ket. Ev serketin her wiha li hemû piştevan û alîgirên Amedsporê pîroz be. Em bi vê serketina Amedsporê pir şa bûn, hêvîdar in ku ew ê hertim bi ser keve û nûnertiya herî baş a Amedê bike.

Her bijîn, her hebin."

Serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li endam û desteya rahêner a Amedsporê kir û got, "Ji dil pîrozbahiyê li endam û desteya rahêner a Amedspor ji bo serkeftina wan a ji bo Lîga Super a Tirkiyeyê dikim. Gihiştina Lîga Super a Tirkiyeyê hewl û keda we ya çend salan in ku ji bo me hemûyan bûye cihê dilxweşiyê.

Peyama Mezlûm Ebdî

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî jî Amedspor pîroz kir û wiha nivîsî: Dubare we pîroz dikim û serkeftinê ji we re dixwazim.

Em ji dil hemû lîstikvan, xebatkar û hezkirîyên Amedsporê pîroz dikin ku bi ser ketin û gihîştin Lîga Superê.

Serkeftina we dilê hemû Kurdan geş kir.

Malî ava, her serkeftî bin."

Sema Reşid

02/05/2026