GURLEK: DESTÛREKE NÛ JI BO TIRKIYEYÊ NEÇARÎ YE
Kanal8 03/05/2026
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê destura welat weke "buxçika pînekirî" binav kir û got, destûreke nû ji bo Tirkiye neçarî ye.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek li Stenbolê tevlî merasîmeke Yekîtiya Xwendekarên Tirkiyeyê bû û di gotara vekirina merasîmê de ragihand, destura sala 1982 yan ya Tirkiyê weke buxçika pînekirî ye.
Gurlek da zanîn, destur ji bo dewletekî tenê çarçoveyeke rêvebirinê çênake, ji ber ku peymana hiquqî ya di navbera gel û dewletê de ye.
Her wiha got, di vê rewşa niha de gefên li ser asayişa netewî, aştiya civakî, guhertinên di cîhanê de û li hember berfirehbûna daxwazên maf û azadiyan, destûra heyî ya welat têrê nake û çêkirina destûreke nû neçarî ye.
Kanal8
03/05/2026