REWŞA NEBAŞ A HEWAYÊ LI BAKURÊ KURDISTANÊ BÛ SEDEMA QURBANIYAN
Rewşa neyînî ya hewayê ya li Bakurê Kurdistanê; li Merdînê ji ber bahozê çar kes birîndar bûn, li Rihayê jî ji ber lêdana brûskê kesekî jiyana xwe ji dest da.
Her wiha li Tirkiyeyê kî ji ber berfê çend rêyên sereke hatin girtin û keşnasî jî hişyariya rewşa neyînî ya li parêzgehên Tirkiyeyê da.
Li navçeya Dêrikê ya Merdînê, panelên rojê ji ber bahozê bi ser konteynireke ku hejmarek karker tê de diman hilweşiya û di encamê de çar karker birîndar bûn.
Di heman demê de, ji ber barana zêde û bayên bihêz, hejmarek avahî hilweşiyan û zeviyên çandiniyê û çend otomobîl zirar dîtin.
Di heman demê de, li Curnêreş ê Rihayê jî şivanek ji ber lêdana brûskê jiyana xwe ji dest da.
Wezareta Veguhastin û Binesaziyê ragihand ku rêyên sereke yên ku ji parêzgeha Afyonkarahisarê ber bi Enqere, Sandikli û Uşak ve diçin ji ber berfa ji nişke ve ji bo trafîka barhilgiran hatine girtin.
Di heman demê de, Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ji bo 4ê Gulanê pêşbîniyek weşand û 26 parêzgehên li başûr û rojavayê Tirkiyeyê hişyar kir ku barana zêde û bayên bihêz dikarin li gelek deveran bibin sedema erdhejê.
04/05/2026