DFG'YÊ RAPORA BINPÊKIRINAN A NÎSANÊ BELAV KIR
DFGyê rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a meha Nîsanê eşkere kir û got, "Binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamevanan bi awayekî piralî û sîstematîk berdewam dikin."
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Nîsanê eşkere kir. DFGyê, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamevanan bi awayekî piralî û sîstematîk berdewam dikin.
DFGyê, di raporê de ji aliyê binpêkirinên li dijî mafê jiyanê û ewlehiyê jî diyar kir ku 2 organên weşanê bi êriş an jî astengiyan re rû bi rû mane, bi ser mala 3 rojnamevanan de hate girtin, 3 rojnamevan hatin binçavkirin û rojnamevanek hate girtin.
Di meha Gulanê de, derbarê 9 rojnamevanan de lêpirsîn hate destpêkirin, derbarê 4 rojnamevanan de doz hate vekirin. Li 10 rojnamevanan bi giştî 17 sal 8 meh û 28 roj cezayê girtîgehê hate birîn.
Her wiha di 35 dosyeyan de darizandina 35 dosyeyan berdewam dike. Heta 3yê Gulana 2026an hejmara rojnamevanên girtî yên li Tirkiyeyê 31 e.
Ji aliyê RTUKê ve derbarê 13 weşanan de ceza hatin birîn, bernameyek hate rawestandin û bi rêjeyên cuda cezayên pereyan li kanalan hatin birîn. Di qada înternet û medyaya dijîtal de xwe gihandina 29 nûçeyan û 18 naverokên medyaya civakî hate astengkirin.
05/05/2026