LI WAN Û COLEMÊRGÊ XEBATÊN VEKIRINA RÊYAN DIDOMIN

Kanal8 06/05/2026

Li parêzgehên Wan û Colemêrga Bakurê Kurdistanê ji ber barîna zêde ya berfê rê hatin girtin û xebatên vekirina rêyan didomin.

Ji ber barîna zêde ya berfê li Wan û Colemêrga Bakurê Kurdistanê rê hatin girtin û ji bo vekirina rêyan xebatên ku hatine destpêkirin, berdewam dikin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, pêr ji ber berfê rêyên 30 tax û gundikan hatin girtin û ji bo vekirina rêyan xebatan dest pê kir.

Di encama xebatan de ji rêyên girtî 26 rê hatin vekirin, tîm ji bo vekirina rêya taxek û 3 gundikan dixebitin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê  jî di biharê da xebatên vekirina rêyên ji ber berfê hatine girtin berdewam dikin.

Tîmên girêdayî Îdareya Taybet a Geverê li herêmên ku stûriya berfê digihe 6 metreyan dixebitin da ku rê vekin.

Digel şert û mercên dijwar ên herêmê tîman hema bêje di binê berfê da tunel vekir û dixebitin.

Kanal8

06/05/2026