AMADEKARIYÊN KIRÎNA GENIMÊ CIZÎRÊ TÊ KIRIN
Şandeyeke Hikûmeta Sûriyeyê serdana Qamişloyê kir û bi birêveberên Rêveberiya Xweser re civiyan. Komîte hatin avakirin û amadekarî ji bo kirîna werzê genim ê 2026an ê Hesekê tê kirin.
Şandeyeke Hikûmeta Sûriyeyê, bi serokatiya Dr. Îbrahîm Mihemed Belîx, Birêveberê Bazirganiya Hundirîn li Helebê û Berpirsiyarê Yekkirina Bazarganiya Hundirîn bi Rêveberiya Xweser re, serdaneke fermî li bajarê Qamişloyê kir. Di nav şandeyê de Birêveberê Bazirganiya Hundirîn Husam Ciweyid û Birêveberê Şaxê saziya Genim a Qamişloyê Ebdilhemîd Dawûd hebûn.
Di dema serdanê de, şande bi nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser; Hevserokên Desteya Çandinî û Aboriyê yên ku di yekkirina genim, aşan û enbaran de beşdar in re civiya. Gotûbêj li ser birêxistinkirina xebat û yekkirina hewildanan ji bo amadekariya demsala genim a 2026an bûn.
Di encama civînan de çend biryar û tedbîr hatin girtin, ji wan:
- Avakirina komîteyeke sereke ji bo çavdêriya kirîna demsala genim a 2026an li Parêzgeha Hesekê.
- Avakirina komîteyên şaxî li hemî navendan da ku tavilê dest bi xebatê bikin, bi hilbijartina cihên guncaw ji bo navendên kirînê li gorî polîtîkayên Korporasyona Genim a Sûriyeyê.
- Destnîşankirina kapasîteyên depokirinê ji bo her navendê (dogme û çolakirî) û çêkirina jimariyên rast a şûnên vala û berdest li her cihî.
- Birêxistinkirina mekanîzmayên birêveberî û yasayî ji bo wergirtina genim ji cotkaran, di nav de prosesên wergirtinê, tomarkirin, verastkirina giraniyê û derxistina fatûreyan li gorî prosesên diyarkirî.
- Çavdêriya rasterast a karê komîteyên şaxî, şopandina pêkanîna peywirê û misogerkirina pabendbûna bi standardên teknîkî û birêveberiyê.
- Temamkirina alavên navendan û misogerkirina hemî pêdiviyên lojîstîkî yên pêwîst ji bo garantîkirina amadebûna cihên kirîn û depokirinê.
Ev gav beşek ji amadekariyên bilez ji bo demsala genim in, ku beşdarî hêsankirina pêvajoya kirînê ji bo cotkaran û zêdekirina karîgeriya depokirin û birêveberiyê dibin.
06/05/2026