DADGEHA 'CELADÊ NUGRE SELMANÊ' ÎRO DEST PÊ DIKE

Kanal8 07/05/2026

Doza yek ji ‘celadê’ herî navdar ê li girtîgeha Nugre Selman a Bexdayê dest pê dike û zêdetirî 200 doz li dijî wî hatine vekirin.

Destpêkirina darizandinê

Dadgeha Ecac Ehmed Herdan Tikritî, ku wekî "celladê girtîgeha Nugre Selman" tê nasîn, dê îro li Bexdayê bê kirin. Dê xizmên qurbaniyên Enfalê yên Kurd ên ku ji bo beşdarbûna di pêvajoyê de çûne paytexta Iraqê, beşdarî pêvajoyê bibin.

Tawan û dîroka Ecac

Ecac Ehmed di serdema rejîma hilweşiyayî ya Beasê de, berpirsiyarê êşkence û kuştina bi hezaran jin û zarokên Kurd di girtîgeha Nugre Selman de bû. Ji ber xebata wî, bi sedan zarok, jin û mêrên Kurd li başûrê Iraqê şehîd bûne û bi zindî hatine veşartin. Ew par ji aliyê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê ve hate girtin.

Gilîname hatine tomarkirin

Li gorî xizmên qurbaniyên Enfalê, zêdetirî 200 gilînameyên qanûnî li dijî Ecac Ehmed hatine tomarkirin. Tê payîn ku nêzîkî 50 ji gilîkaran wekî şahid di rûniştina yekem de amade bibin.

Navê wî di lîsteya kesên ku ji aliyê Amerîkayê ve dihat xwestin de bû

Piştî ku navê wî li kêleka Sedam Huseyîn, Elî Hesen Mecîd û serokên payebilind ên rejîma berê hat behskirin Ecac yek ji 56 kesên ku di lîsteya kesên ku ji aliyê Amerîkayê ve dihatin xwestin de bû. Doza wî niha li ber Dadgeha Bilind a Cezayan e û tê payîn ku darizandina wî bi eşkereyî were kirin.

Kanal8

07/05/2026