GURLEK: DIVÊ PÊVAJO WERE YASAYÎKIRIN
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ragihand ku divê êdî Pêvajo yasayî bibe û got: "Ji bo yasayîkirina Pêvajoyê em amade ne alîkariya parlementoyê bikin."
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek di bernameyeke televizyonî de der barê Pêvajoyê spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyib Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî kir û got: "We bi vê gavê rîskeke mezin hildaye ser milê xwe."
Gurlek diyar kir, divê Pêvajo di zûtirîn dem de were yasayîkirin û ew jî weke Wezareta Dadê xebatên xwe bi rê ve dibin û dikarin di aliyên teknîkî de alîkariya parlementoyê bikin.
Wezîrê Dadê behsa destûrê jî kir û got: "Her di çarçoveya Pêvajoyê de pêdivî bi destûreke nû jî heye û divê destûreke wiha hebe ku bi Pêvajoyê re bigunce."
Gurlek ev jî bi bîr xist: "Destûra niha ya Tirkiyeyê nikare bersiva merc û pêdiviyên îro bide û divê were guhertin."
08/05/2026