KARMENDÊN BEŞA PERWERDEYÊ LI ROJAVA TÊN ENTEGREKIRIN
Kanal8 12/05/2026
Komîteyeke Wezareta Perwerdeyê ya Hikumeta Veguhêz dest bi xebatên entegrekirina dosyeyên karmendên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser kir.
Wezareta Perwerdeyê ya di Hikumeta Veguhêz îro li ser Facebookê ragihand, komîte dê bawername û belgeyên karmendan lêkolîn bike da ku piştrast bike, ew li gorî pîvanên diyarkirî ne.
Wezaretê destnîşan kir, ev gav beşeke ji hewldanên ji bo birêkûpêkkirina rewşa karmendan û temamkirina pêvajoya entegrasyonê ye.
Pêştir jî çavkaniyan ji medyaya Rojavayê Kurdistanê re ragihandibû, piştî rêzecivîn û gotûbêjên di navbera komîteyên Rêveberiya Xweser û Hikumeta Veguhêz de, mijara naskirina bawernameyên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn, gihiştiye qonaxeke girîng.
Kanal8
12/05/2026