DEQÊN MEZOPOTAMYAYÊ HATIN DEŞÎFREKIRIN
Deqên Mezopotamyayê ku bi salan di depoyan de li Danîmarkayê bûn, ji nû ve tên deşîfrekirin. Lêkolîneran li ser deqên nivîsên balkêş ên rêûresmên dijî sihirbaziyê, tomarên şahîtiyê û fîşên radestkirina bîrayê hene.
Projeya “Hidden Treasures (Xezîneyên Veşartî)” ku ji hêla Zanîngeha Kopenhagenê ve tê birêvebirin, bi hezaran deqên Mezopotamyayê yên bi nivîsa mîxî ku bi salan li Muzexaneya Neteweyî ya Danîmarkayê ne, li ser dîjîtalê dîsa dest bi xwendina wan hatin kirin.
Deqên ku ji Iraq û Sûriyeyê veguhestibûn û bi nivîsa mîxî li ser wan bûn; ku yek ji kevintirîn pergalên nivîsandinê yên cîhanê ye, hatin deşîfrekirin. Lêkolîner diyar dikin ku ev nivîs ne tenê tomarên birêveberiyê ne, di heman demê de agahdariyên giring ên li ser efsûnê, rêûresm û jiyana rojane jî di nav de hene.
Yek ji kişfên herî balkêş ew e ku deqên nêzîkî 3 hezar sal ji bajarê Hamayê yê Sûriyeyê ne. Li gorî pisporan, ev deq di pirtûkxaneya perestgehekê de dihatin veşartin û rêûresmên olî yên wê demê vedibêjin.
Tabletek hûrgiliyên li ser rêûresmeke şevê ya li dijî sihirbaziyê û ruhên xerab vedibêje. Li gorî nivîsê berdana şeytan, duayên şevê û formulên efsûniyê dixwîne, di heman demê de fîgurên mûm û kilê ji bo dûrxistina gefan dihatin şewitandin. Lêkolîner dibêjin ku rêûresm dibe ku bi taybetî ji bo padîşahê Asûrî ji gefên siyasî biparêzin dihatin kirin.
Hin deq hene ku di heman demê de agahdariyên dîrok û mîtolojiyê bi hev ve girêdidin jî dihewînin. Di deqekê de ku navnîşeke padîşahan e; navê lehengê efsanewî yê destanên Mezopotamyayê Gilgamêş heye.
Lêkolîner diyar kirin ku ev tomar nîşan didin ku Gilgamêş dibe ku ne karaktereke mîtolojîk be.
13/05/2026